NY: DAIS û El Qaîde hê jî xeter in: 10 hezar çekdarên DAISê li Sûriye û Iraqê hene

05 February 2021 19:53 0 dîtin
NY: DAIS û El Qaîde hê jî xeter in: 10 hezar çekdarên DAISê li Sûriye û Iraqê hene

PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi raporekê eşkere kir ku hê jî rêxistina terorîst DAIŞ û El Qaîde li Rojhilata Navîn û Afrîkayê xeter in û diyar kir, çekdarên DAIŞê û El-Qaîdeyê li Misir, Libya, Nîvgirava Erebî, Iraqê û Sûriyê dîsa çalak bûne.

Herwiha di raporê de hatiye gotin ku piraniya çekdarên ku çûne Libyayê, welatiyên Sûriyê ne.

Di raporê de behsa hurgiliyên çalakbûna rêxistinên DAIŞê şaxên El Qaîdeyê tê kirin û tê destnîşankirin, DAIŞ, El-Qaîde û rêxistinên din ên girêdayî wan, dikarin xwe li cihên veşartî bi cih bikin û ji civakên herêmî piştgiriyê bigirin.

 

KENYê di raporê de behsa rewşa DAIŞ û El-Qaîdeyê li Misir, Libya, Sûriye, Iraq û Yemenê kiriye û piştrast kiriye ku peymana agirbestê ya di navbera aliyên şer ên Libyayê de sûd li xebatên têkoşîna li dijî terorê kiriye û hatiye gotin, çekdarên ji bakurê Sûriyê bo Libyayê hatine şandin ji aliyê rêxistinî ve ne girêdayî “Tehrîr El-Şam” in lê belê girêdayî “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ne.

Herwiha tê gotin, çekdarên DAIŞê li Sûriyê tevî astengiyan û tevî ku gelek lîderên wan di 2020an de hatine kuştin hê jî dikarin li herêmên sînorê bi Iraqê re çalakiyan pêk bînin.

Li gorî raporê, nêzî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hene û piraniya wan li Iraqê ne, lê tevî wê yekê ji ber zexta hêzên Iraqê hêza wan a êrîşkirinê kêm bûye.

Di raporê de tê diyarkirin ku çekdarên DAIŞê rêzeçiyayên Hemrîn li parêzgehên Diyale, Kerkûk û Selahedîn wekî spartgehên ewle bi kar tînin û li Sûriyê jî li herêma Dêrazorê û li Idlibê a di bin kontrola Tehrîr El-Şam a alîgira El-Qaîdeyê de bicih dibin.

Di raporê de hatiye eşkerekirin ku çekdarên DAIŞê çolistana Dêrazorê ji bo êrîşan li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên rejîma Sûriyê bi kar tînin.

Li gorî rapora NY rêxistina Tehrîr El-Şam a wekî şaxeke El Qaîdeyê tê zanîn, hê jî koma serwer e li bakurê rojavayê Sûriyê û 10 hezar çekdarên wê hene.