Rûsya: Li Afganistanê 6 hezar çekdarên DAISê hene

28 July 2022 18:03 0 dîtin
Rûsya: Li Afganistanê 6 hezar çekdarên DAISê hene

PeyamaKurd – Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Afganistanê Zamir Kabulov, li Moskowê di civîneke rojnamevanî de, derbarê hikûmeta Talîbanê û rewşa Afganistanê de daxuyanî dan.

Kabulov got ku nûnerê rêveberiya Talîbanê ji ber îdeolojiya wan nikarin di siyasetê yekrêziyê pêk bînin û diyar kir, heger ev nebe rêveberiyeke bihêz û bi bandor pêk nayê.

Kabulov di daxuyaniyên xwe de, bal kişand ser hebûna çekdarên DAIŞê li Afganistanê û da zanîn, niha hejmara wan gihîştiye 6 hezaran û wê bandorê li seqamgeriya welatên cîran jî bikin.

Herwiha Kabulov, diyar kiriye ku hêza aborî ya Talîbanê nîne ku ji heq dorpêçên ser Afganistanê rabe.