Rûsya 26 zarokên çekdarên DAISê vedigerîne bo welatê xwe
PeyamaKurd - Rûsya 26 zarokên çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê vedigerîne bo welatê xwe.
Li gor daxuyaniya Koşka Kremlînê ew 26 zarokên ku temenên wan di navbera 2 heta 15 salî ne û li Kampa Hol a Rojavayê Kurdistanê bûne vegerandina Rûsyayê û dema pêş jî 37 zarokên din ên Rûsî li heman kamp û kampeke din hene dê vegerînin welatê xwe.
Kremlînê amaje bi wê yekê jî kir, ku 240 zarokên welatê wan dibe ku li Sûriyê bin, ku dayîk û bavê wan li gel xwe birine nav DAIŞê û beşek ji wan jî li Sûriyê ji dayîk bûne.
Li gor zanyariyên hene, piraniya wan zarokan piştî giheştina jinên Rûsî ya Sûriyê û li gel çekdarên DAIŞê zewicîn ji dayîkbûne.
Hêjayî gotinê ye ku di Sala 2018an û 2019an de jî Rûsyayê 122 zarokên welatê xwe ji Iraqê vegerandibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin