Rûsya | 5 hezar DAISî li Afganistanê bicih dibin
PeyamaKurd - Ajansa Ewlekariya Rûsyayê îdia kir ku 5 hezar DAIŞî xwe li bakurê Afganistanê bi cih dikin.
Rêveberê Ajansa Ewlekariya Federal a Rûsî Alexander Bortnikov îdia kir, nêzî 5 hezar terorîstên DAIŞê yên şaxê Xorasanê li bakurê Afganistanê bi cih dibin.
Bortnikov got: “Veguhastina van terorîstan bo deverên bakurî, fikaran li cem me çêdike û Yekîtiya Sovyetê dixe metirsiyê. Agahiyên pêbawer derbarê şêwaz û awayên nû yên êrîşên wan gihîştin destê me. Ev terorîst xwedî heyber teknolojiyê û binesaziyeke mezin in ku dikarin çekên kîmyawî çêbikin. Her wiha dronan jî bi kar tînin.”
Rêveberê Ajansa Ewlekariya Rûsî Alexander Bortnikov diyar kir ku terorîst peredayîna elktronîk û pereyên şîfrekirî ji bo veguhestina pereyan jî bi kar tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin