Rûsya pêgehên çekdarên DAISê bombebaran kir
PeyamaKurd - Şeva derbasbûyî, balafirên şer ên Rûsyayê pêgehên çekdarên DAIŞê li biyabana Sûriyê bombebaran kirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, balafirên şer ên Rûsyayê, ji roja înê ve, pêgehên çekdarên DAIŞê li biyabana Sûriyê bi tundî bombebaran dikin.
Li gor heman çavkaniyan, pêgehên çekdarên DAIŞê ji beyabana Himsê li naverasta Sûriyê û heta beyabana Siweydayê li başûrê Sûriyê ketine ber bombebarana balafirên Rûsyayê.
Ev bombebaranên balafirên Rûsya, piştî Rêxistina DAIŞê kuştina generalê Rûsî li nêzîk bajarê Sixnê li naverasta Sûriyê li xwe girtibû hatin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin