Di encama bombebaranekê de 8 çekdarên DAISê hatin kustin

02 October 2021 09:35 0 dîtin
Di encama bombebaranekê de 8 çekdarên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê di encama bombebaranekê de, 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl diyar kir; piştî bidestxistina zanyariyên îstixbaratî, hêzên esmanî yên Iraqê, li devereke başûrê Kerkûkê cihekî xweveşartinê yê çekdarên DAIŞê bombebaran kir û 8 çekdar hatin kuştin.

Li ser rewşa ewlehiyêya Iraqê Rêveberiya Îstixbarata Serbazî jî da zanîn; 6 kesên Sûrî hatin desteserkirin, ku li rojavayê Neynewa bi dizî derbasî nav axa Iraqê kiribûn.