Di encama êrîseke asmanî de 3 çekdarên DAISê hatin kustin

12 January 2021 13:00 0 dîtin
Di encama êrîseke asmanî de 3 çekdarên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê, di encama êrîşeke asmanî de hatin kuştin û serkirdeyekî DAIŞê jî hat desteserkirin.

Li gor Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Seîd Herbiye diyar kir, di êrîşeke asmanî ya li ser baregehên çekdarên DAIŞê li qezaya Daqoqê ya Kerkûkê de, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Seîd Herbiye destnîşan kir, hêzên Dijeterorê yên Iraqê, serkirdeyekî DAIŞê li taxeke rojhilatê Kerkûkê desteser kirin.