Di êrîseke asmanî de emîrekî DAISê û 2 alîkarên wî hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Kerkûkê di êrîşeke asmanî ya F-16an de, emîrekî DAIŞê û du alîkarên wî hatin kuştin.
Li gorî ragihandina Ajansa Îstixbarata Iraqê, berpirsekî DAIŞê yê herêma Dubizê Ebû Dunya û du alîkarên wî li devera Çîmen a li nêzîkî bendava Kerkûkê di êrîşeke balafirên F-16 de hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku ev operasyon bi hevahengiya Şaneya Armanckirinê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş hatiye kirin ku cihê veşartinê ya wan terorîstan hatiye bombebarankirin.
Îstixbarata Iraqê daye xuyakirin, hêzek ji Ajansa Îtixbaratê pişknîn li cihê hatiye bombebarankirin kiriye û perçeyên laşê wan çekdaran hatine dîtin.
Herwiha Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê eşkere kiriye ku cihê xweveşartinê yê çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê hatiye jinavbirin ku hejmareke mezin çek û teqemenî tê de bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin