Di êrîseke asmanî de 9 terorîstên DAISê hatin kustin

30 January 2022 16:05 0 dîtin
Di êrîseke asmanî de 9 terorîstên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di êrîşeke asmanî de 9 çekdarên DAIŞê li navçeya Uzeyim a Diyalayê hatin kuştin.

Şaneya ragihandina ewlehiya Iraqê eşkere kir: “Êrîş bi riya balafirên F-16 yên Iraqî pêk hat û di encamê de 9 endamên terorîstên DAIŞê hatin kuştin.”

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê diyar kir, destê wê şaneya terorîstên DAIŞê di kuştina 11 leşkerên artêşa Iraqê de hebû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, berî çend rojan, çekdarên DAIŞê êrîşî ser baregeheke artêşa Iraqê li parêzgeha Diyala kiribû û di encamê de 11 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Hat zanîn hêzên Iraqê bi piştevaniya balafirên Iraqî ji roja 23yê vê mehê ve dest bi operasyoneke mezin ya dûvçûn û paqijkirina DAIŞê li navçeya Uzeyim kirine.