Di êrîseke balafirên F16 de 2 berpirsên DAISê hatin kustin
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê îro 8ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku du berpirsên rêxistina terorîst DAIŞê di êrîşeke asmanî de hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di êrîşeke asmanî de li sînorê parêzgeha Diyale navçeya Sendîc 2 serkirdeyên DAIŞê yên bi navên; Îsmaîl Xelîl Bilêbil û Ebû Hesen El Niêmî hatin kuştin.
Herwiha hat diyarkirin ku operasyonên asmanî û bejahî yên ji bo bidawîanîna rehên çekdarên DAIŞê li seranserê Iraqê, wê berdewan bikin.
Beriya vê daxuyaniyê, şeva borî Fermandariya Artêşa Iraqê kuştina hejmarek çekdarên DAIŞê di êrîşeke balafirên F16 de li sînorê parêzgeha Diyale ragihandibû, lê hejmar eşkere nekiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin