Sikeftên DAISê 14 caran ji aliyê balafirên ser ên Iraqê hatin bombebarankirin
PeyamaKurd – Şikeftên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê, 14 caran ji aliyê balafirên şer ên Iraqê hatin bombebarankirin.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, balafirên hêzên asmanî do 14 caran şikeftên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê li parêzgeha Diyala bombebaran kirin.
Herwiha eşkere kir, êrîş bi rêya balafirên şer L-159 û F-16 hatin kirin, ji bo piştevanîkirina hêzên piyade yên Fermandariya Operasyonên Diyalayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin