''Balafirên Hevpeymaniyê 5 caran cihên xwevesartinê yên DAISê li çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin''
PeyamaKurd – Cihên xweveşartinê yên DAIŞê yên li çiyayê Qereçûxê, ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, careke din hatin bombebarankirin.
Li gor Serperiştyarê Mîhwera Mexmûr – Giwêr ê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî diyar kir; balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, di nav 72 saetên borî de, 5 caran cihên xweveşartinê yên DAIŞê yên li çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin.
Sîrwan Barzanî da zanîn, li gor zanyariyên li ber dest, di encama wan bombebaranan de, hejmarek çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha depoyeke mezin a çek dû teqemeniyan a DAIŞê hatiye teqandin.
Giwêr – Mexmûr zêdetirî 50 kîlometre li başûrê rojhilatê bajarê Hewlêrê ye.
Rêzeçiyayên Qereçûxê, dikevin navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê. Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve, ev dever ji ber vekişîna hêzên Pêşmerge û neaktîvbûna hêzên ewlehiyê yên Iraqê, valahiya ewlehiyê di wir de çêbûye.
Zêdetirî du sal in, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, cihên xweveşartinê yên DAIŞê yên li wê deverê bombebaran dikin.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, di salên borî de li wan deveran, çend operasyon encam dan, lê nekarîn bi temamî rêzeçiyayên Qereçûxê kontrol bikin. Çekdarên DAIŞ ji şikeft û çêkirina tunelan sûd werdigrin û xwe tê de vedişêrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin