Balafirên Tirkiyê du caran Amediyê bombebaran kir

04 May 2023 17:21 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê du caran Amediyê bombebaran kir

PeyamaKurd – Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, navçeya Amediyê ya Duhokê îro 4ê Gulanê du caran bombebaran kir.

Hat ragihazin ku gundê Sergele yê girêdayî navçeya Amêdiyê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve îro du caran hatiye bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê beriya niha jî bi hinceta hebûna çekdarên PKKê ew dever bombebaran kiribû.

Derbarê ziyanên bombebarana îro de agahiyên piştrastkirinê hîn nehatine.