Balafirên Tirkiyê otomobîlek li Amediyê bombebaran kirin
PeyamaKurd - Balafirên Tirkiyê otomobîlek li sînorê qezaya Amêdiyê kirin armanc û li gor zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.
Li gor zanyariyan, îro balafirên Tirkiyê otomobîlek li gundê Erdena li qezaya Amêdiyê bombebaran kirin.
Zanyariyên destpêkê destnîşan dikin, di encama bombebarana Tirkiyê de kuştî û birîndar hene.
Heta niha jî nayê zanîn, ew otomobîla ku bûye armanca êrîşa Tirkiyê, ya kê ye û çend kes tê de hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin