Balafirên Tirkiyê gundewarên Zaxo û Amediyê car din bombebaran kir

02 July 2020 16:51 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê gundewarên Zaxo û Amediyê car din bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê îro car din êrîşî nav axa Başûrê Kurdistanê kir ku li Zaxoyê Çiyayê Şaqol ê sînorê Batifayê hat bombebarankirin.

Hat zanîn ku bomberana Tirkiyê piştî nîvro dest pê kiriye û hîn jî berdewam dike ku hîn ti agahî derbarê ziyanan de nehatine bidestxistin.

Balafirên Tirkiyê îro Çiyayê Zengilê yê li sînorê nehiyeya Dêrelokê ya qezaya Amêdiyê jî bombebaran kiribûn.

Li gorî zanyariyên xelkê deverê, îro du balafirên şer ên Tirkiyê Çiyayê Zengil ku nêzîkî gundên Sarkê û Şîfa Dêra û sînorê devera Berê Gare ye, bombebaran kirin.

Rêveberê Nahiyeya Dêrelûkê, Samî Oşane jî ragihandiye ku ew cihê hatiye bombebarankirin, dikeve navbera herdu gundên Sarkê û Şîva Dêra.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê bi van êrîşên xwe ku wekî hincet PKK nîşan dide û di nav erda Başûrê Kurdistanê de bipêş ve diçe û bingehên leşkerî ava dike.

Li ser van êrîşên berdewam Hêzên Zêrvaniya Sînor li nav sînorên Zaxoyê ji bo rawestandina pêşveçûna artêşa Tirkiyê û parastina xelkê sivîl, xalên leşkerî ava kirin.