Balafirên Tirkiyê gundewarên Akrê û Amêdiyê bomberan kir

25 September 2022 11:36 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê gundewarên Akrê û Amêdiyê bomberan kir

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Tirkiyê, li demeke ku pasdarên Îranê jî bi hinceta partiyên Rojhilat sînorên herêma Kurdistanê bombebaran dikin, şeva borî navçeyên Akrê û Amêdiyê yên Duhokê bi hinceta hebûna PKKê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên ku qeyymeqamê Akrê Şeban Berwarî dane, bombebaran şeva borî di demjimêr 23:30an de, quntarên Çiyayê Metîna yên sînorê gundên Kurtka û Mîrgereş ên navçeya Dinarteyê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku ti ziyaneke canî li deverê çênebûye, lê tirseke mezin li ser xelkê herêmê çêbûye.

Herwiha ji ber bomberana balafirên Tirkiyê agir bi daristanên gundên quntara Çiyayê Metîna ketiye û heta danê sibehê jî nehatibû vemirandin.