Balafirên ser ên Tirkiyê derdora Amêdiyê bombebaran kir
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 12ê Nîsanê balafirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê hejmarek gundên derûdora bajaroka Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kir.
Li gorî çavkaniyan, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê îro gundên Guherzê û Bilava yên Amêdiyê bombebaran kir.
Derbarê ziyanên bombebaranê de, hîn agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Li aliyê din li ser medya civakî ya Tirk jî nûçeyên ku Tirkiye li Amêdiyê bingehên PKKê bombebaran dike têne belavkirin.
Hêjayî gotinê ye, ev demek e artêşa Tirkiyê amadekariyên operasyoneke bejahî li nav erdên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê dike ku rayedarên Tirk car caran vê mijarê tînin rojevê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin