Balafirên Tirkiyê herêma Amêdiyê bombebaran kirin!
PeyamaKurd- Îro balafirên şêrr yên Tirkiyê li derdora çend navçeyên Amêdiyê êrîşeke hewayî pêk anîn. Tirkiye îdda dike ku li vê herêmê çekdarên PKKê hene.
Erkdarê Şaredariya Kanî Masiyê yê girêdayî bajarê Amêdiyê Serbest Akreyî di derbarê mijarê de ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku îro ji ber hebûna PKKê balafirên şêrr yên Tirkiyê li derdora gundên Dêrişkê, Gîzê û Bêduhê bombebaran kirine.
Li gorî agahiyan heta niha di bombebaranê de tu kes nehatiye kuştin. Lê belê li herêmê li gelek cihan agir deketiye û zerar gihaye rez û zeviyên gelê herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin