Balafirên Tirkiyê navçeyên herêma Kurdistanê bombebaran kir

29 March 2020 17:28 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê navçeyên herêma Kurdistanê bombebaran kir

PeyamaKurd - Helîkopterên artêşa Tirkiyê li ser herêma Biradost nizm firiyan û gundên Xelîfan û Lêtan ên Biradostê bi hinceta hebûna PKKê li wan herêman bombebaran kirin.

Herwiha balafirên şer yên Tirkiyê devera Dola Baleyan ya Çomanê jî bombardiman kirin.

Qaymeqamê nahiya Qesrê ya bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê, Şaxewan Husên da xuyakirin ku îro danê nîvro firokeyên şer yên Tirkiyê bi behaneya hebûna çekdarên PKKê, devera Dola Baleyan ya Qesrê bordûman kirin.

Şaxewan Husên got, ew cihê ku dihat bordûmankirin, dûrî gundan bû ji ber wê jî ziyan negihîşt ti kesî.

Qaymeqamê Qesrê anî ziman ku haya wan jê nîne gelo ziyan gihîştiye PKKê yan na, ji ber ku ti pêwendiyeka wan bi çekdarên PKKê re nîne.

Hat ragihandin ku operasyonên artêşa Tirkiyê li nav sînorên herêma Kurdistanê berdewam dikin û şevê din helîkopterên TSKê gundên devera Biradostê bombebaran kirin.