Balafirên kesfê yên Tirkiyê gundewarên Efrînê topbaran kirin

09 April 2021 12:31 0 dîtin
Balafirên kesfê yên Tirkiyê gundewarên Efrînê topbaran kirin

PeyamaKurd – Hêzên Tirkiyê gundewarên navçeya Şêrawayê careke din topbaran kirin. Derbarê ziyanên madî û mirovî de, tu agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.

Li gor zanyariyên Afrinpostê, hêzên dagirkeriya Tirkî di 8ê Nîsana 2021an de, gundê Bênê û Aqîbê yên navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî, hevdemî bi balafirên keşfê topbaran kirin.

Topbarana dijwar li ser navçeya Şêrawa û herêmên Şehbayê, piştî kuştina 2 leşkerên Tirkî li ser destê Hêzên Rizgariya Efrînê zêde bûye.