Gundekî Akrê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hat bombebarankirin

26 October 2020 11:09 0 dîtin
Gundekî Akrê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hat bombebarankirin

PeyamaKurd - Gundê Neqeb li sînorê Dînarte yê ser bi Akrê ve li Herêma Kurdistanê, ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hat bombebarankirin.

Li gor zanyariyan, balafirên Tirkiyê 4 caran li ser hev gundê Neqeb û Geliyê Neqeb li sînorê nahiya Dînarte yê ser bi Akrê ve bombebaran kirin.

Zanyarî destnîşan dikin, tu ziyaneke canî nebûye, lê êrîş tirs li bi welatiyan re çêkiriye.