Balafirên Tirkiyê gundekî navbera Zinî Wertê û Qendîlê bombardiman kir

20 April 2020 14:12 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê gundekî navbera Zinî Wertê û Qendîlê bombardiman kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro balafirên şer ên Tirkiyê li ser erda herêma Kurdistanê êrîşeke asmanî birine ser binkeyên PKKê li devera navbera Zinî Wertê û quntara Qendîlê.

Li gorî zanyariyan balafirên şer ên Tirkiyê îro asmanê Herêma Kurdistanê bezandin û gundekî dikeve navbera Wertê û quntara Qendîlê bombebaran kirin.

Rêveberê Bajarokê Wertê Muslih Zirar ji Rûdawê re ragihandiye, îro danê sibehê, ji demjimêr 4 ta 7ê sibehê balafireke şer a Tirkiyê li asmanê navçeyê geriya û li demjimêr 4.40an jî du caran li ser hev bilindahiyên gundê Dirrebî li wê navçeyê bombebaran kir.

Derbarê ziyanên bombardimanê de hîn ti agahiyeke zelal a berdest nehatiye.