Balafirên ser ên Tirkiyê gundekî Silêmaniyê bombebaran kirin

02 February 2021 14:44 0 dîtin
Balafirên ser ên Tirkiyê gundekî Silêmaniyê bombebaran kirin

PeyamaKurd – Gundê Şênî yê ser bi navçeya Pişder a Silêmaniyê, ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê hat bombebarankirin.

Li gor zanyariyan, vê sibê di saet 11:00ê de, çend balafirên şer, nav gundê Şênî û derdora wî bombebaran kirin.

Rêveberê Nahiya Helşo Bekir Weysî diyar kiriye: “Îro sê caran balafiran nav gundê Şênî û derdora navçeya Pişder bombebaran kirin û hê jî firoke li esmanê vê deverê difirin.”

Herwiha Bekir Weysî daye zanîn: “Hêj nayê zanîn gelo zerar gihiştiye canê kesekî yan na, ji ber ku em nikarin xwe bigihînin gundê Şênî, lê zerarên madî gelek in û xelk gelek bizdiyane.”

Zanyarî didin zanîn, tu baregeheke PKKê li nav gundê Şênî tune ye.