Li Akrê ji ber bombebarana balafirên Tirkiyê welatiyekî can dan
PeyamaKurd - Di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de, welatiyekî Başûrê Kurdistanê can da û yek jî birîndar bû.
Şeva borî balafirên Tirkiyê, bi hinceta hebûna hêzên PKKê, li gundê Kafiya yê nahiya Dînartê ya bajarê Akrê yê Başûrê Kurdistanê dan.
Qaymeqamê nahiya Dînartê, Şeiban Xelîl Berwarî got, di dema bombebaranê de 7 kes li nav gund de bûn. Yek ji wan bi navê Seîd Hebîb Seranî can da û yek jî bi navê Nizar Şeiban Kafî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, ew kesê ku jiyana xwe ji dest daye, bavê 6 zarokan bûye û yê birîndar jî pêşmerge ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin