Dî bombebarana balafirên Tirkiyê de Pêsmergeyek sehîd bû, yek jî birîndar bû

28 January 2020 17:05 0 dîtin
Dî bombebarana balafirên Tirkiyê de Pêsmergeyek sehîd bû, yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama bombardimana şevê din ya balafirên Tirkiyê bi ser herêma Akrê ya Dihokê de ku bi hinceta hebûna PKKê encam daye, Pêşmergeyek şehîd bûye û yek jî birîndar bûye.

Li gorî jêderên xwecihî, şevê din balafirên şer ên Tirkiyê çiyayên herêma Zêbar a Akrê ya ser bi Dihokê bombebaran kirin.

Hat zanîn ku di bombebaranê de pêşmergeyê bi navê Seîd Hebîb Siranî yê ji gundê Dûdî ya bajaroka Dînartê şehîd bûye û pêşmergeyê bi navê Nizar Hacî Şeban jî bi giranî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku welatiyên herêmê heta saet 04.00ê sibehê li cenazeyê pêşmergeyê şehîd geriyane û cenazeyê pêşmergeyê şehîd hatiye dîtin û pêşmergeyê din jî birînên xwe yên xedar hatiye dîtin.