Di bombebarana Tirkiyê de li Kanî Mezin sivîlek hat sehîdkirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de, li devera Berwarî Bilind a başûrê Kurdistanê welatiyekî sivîl şehîd bû.
Rêvebirê Nahiya Kanî Masî li devera Berwarî ya ser bi qezaya Amêdiyê ve Serbest Sebrî ji K24ê re ragihandiye, ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê li ser gundên navçeyê, welatiyekî bi navê Xalid Ebdilrehman Şemsedîn li gundê Kanî Mezin şehîd bû.
Serbest Sebrî da xuyakirin; "Dema firokeyên Tirkiyê ew gund bombebaran dikirin, Xalid Ebdilrehman Şemsedîn ji bo pez rizgar bike û agirê bi zevî û rezên gund ketiye vemirîne çûbû gund, lê ji aliyê firokeyan ve hat armanckirin û şehîd bû."
Li gor zanyariyan, ew welatiyê şehîd bûye, ji bilî ku karê şivanî û cotkarî dikir, mamoste bû û rêvebirê dibistana gundê xwe bû.
Herwiha îro balafirên Tirkiyê çendîn caran gundê Kavilka li qezaya Akrê jî bombebaran kirin ku ji ber ew gund berê vala bûbûn, heta niha ziyanên wê bombebaranê nehatine zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin