Di bombebarana Tirkiyê ya Kanî Masî de sivîlekî din birîndar bû
PeyamaKurd - Di encama bombebarana artêşa Tirkiyê ya bi ser bajarokê Kanî Masî ya Amêdiyê ku girêdayî parêzgeha Duhokê ye de, welatîyekî sivîl birîndar bû. Beriya niha jî di encama bombebaranên Tirkiyê de xelkê sivîl bûbûn armanc.
Rêveberê bajarokê Kanî Masî Serbest Sebrî ji medya Kurdistanê re ragihad, hemwelatiyekî bi navê Remezan Elî yê temen 60 salî û xelkê gundê Hirur ji ber parçeyên moşekên artêşa Tirkiyê birîndar bû.
Hat diyarkirin ku li binkeya tenduristiya Kanî Masî çareseriya destpêkê bo wî birîndarî hatiye kirin û piştre ew ji Zaxo re hatiye şandin.’’
Hefteya borî jî 3 hemwelatiyên din ji ber şerê PKKê û artêşa Tirkiyê birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin