Tirkiyê dîsa derdora gundewarê Kanî Masî topbaran kir

08 July 2021 13:58 0 dîtin
Tirkiyê dîsa derdora gundewarê Kanî Masî topbaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, dîsa derdora gundê Hirûrê yê li sînorê bajarokê Kanî Masî topbaran kir û di encamê de elektrîka gund qut bû û kesekî sivîl jî bi sivikî birîndar bû.

Artêşa Tirkiyê êrîşên xwe yên di nav sînorê parêzgeha Duhokê de berdewam dike û topxaneyên artêşa Tirkiyê do êvara Çarşemê 7ê Tîrmehê, careke din derdora gundê Hirûrê li sînorê bajarokê Kanî Masê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve topbaran kirin.

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê de, kesekî sivîl ku niştecihê gundê Hirûrê ye, birîndar bû û elektrîka gund jî bo cara pêncem di nava du mehên derbasbûyî de qut bû.