Artêsa Tirkiyê dîsa gundewarê Sehbayê topbaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, carek din Şehba û herêmên ku sivîl lê dimînin, topbaran kir.
Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê, do êvarî gundên Bêlûniyê û Eyndeqnê yên herêma Şehbayê, bi çekên giran topbaran kirin.
Derbarê encama topbaranê de tu agahî nehatin bidestxistin.
Herwiha do jî, êrîş ser Toxara Biçûk a li bakur-rojhilatê bajarê Minbicê û li ser navçeya Şera ya Efrînê û gundên wê Merenaz û Alqemiyê hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin