Artêsa Tirkiyê dîsa gundewarên Sehbayê topbaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, do dîsa gundên Eyndeqnê û Bêloniyê yên kantona Şehbayê, topbaran kir.
Hemwextî, komên artêşa Tirkiyê jî bi moşekan gundê Um Hoş topbaran kirin.
Heta niha jî derbarê encamên êrîşan de tu agahî nehatin bi dest xistin.
Herwiha artêşa dagirker berî du rojan jî êrîşî gundên navçeya Şera ya Efrînê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin