Artêsa Tirkiyê dîsa gundewarên Eyn Îsayê topbaran dike

02 February 2021 14:33 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê dîsa gundewarên Eyn Îsayê topbaran dike

PeyamaKurd – Gundewarên derdora bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî wê ve, dîsa hat topbarankirin.

Êrîş û topbarana tund ya artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî wê, demek dirêj e li ser devera Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê sekinîbû.

Agahî didin zanîn, do dîsa artêşa Tirkiyê, deverên derdora Eyn Îsa da ber topan.

Artêşa Tirkiyê, do gundê Seyda, ku tenê kîlometrekê dûrî navenda Eyn Îsa ye, da ber topan.

Herwiha artêşa Tirkiyê, ew beşa rêya navdewletî ya M4 ku ji kêleka Eyn Îsa re derbas dibe, da ber topan.

Eyn Îsa di bin kontrola hêzên HSDê de ye. Rûsyayê beriya niha daxwaz ji HSDê kiribû Eyn Îsa teslîmî hêzên rêjîma Sûriyê bike lê HSDê red kiribû.