Artêsa Tirkiyê gundewarên Sêrawa û Sehbayê topbaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, bi topxaneya giran 4 gundên her du navçeyên Şêrawa ya Efrînê û Şehba li bakurê Helebê topbaran kir.
Çavkaniyên xwecihî diyar dikin, hêzên artêşa Tirkiyê her du gundên Merhenaz û Malkiyê li navçeya Şêrawa û her du gundên Şêx Xelîl û Şêx Îsa li navçeya Şehbayê li bakurê bajarê Helebê topbaran kirine.
Herwiha çavkaniyên xwecihî destnîşan dikin, çekdarên komên girêdayî Tirkiyê jî beşdarî topbarankirina wan gundan bûne.
Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, êrîşên li ser navçeyên di bin kontrola hêzên Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê zêdetir kirine. Ji du hefteyan zêdetir e, artêşa Tirkî bi dijwarî êrîşî derdora bajarokê Eyn Îsa dike, herwiha ew çend roj in, gundewarê bajarokê Til Temir jî topbaran dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin