Artêsa Tirkiyê li çend gundewarên Tatwanê dest bi operasyoneke nû kir

31 December 2021 11:51 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê li çend gundewarên Tatwanê dest bi operasyoneke nû kir

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê li çend gundewarên Tatwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê, dest bi operasyoneke nû kir.

Li gor zanyariyan, Artêşa Tirkiyê li gundên Kancas, Cangîs, Siyamî, Alekan, Hûrûntûz û Sînban yên devera Keşanê û gundên Xîms, Şirînşaş, Kanîsor, Kîndîras, Engesor, Axusto, Geliyê Oranîs yên devera Reşadiyeyê, dest bi operasyoneke nû ya leşkerî kir.

Herwiha li gor zanyariyan, di çarçoveya wê operasyonê de beşeke zêde ya leşekeran ji bo binkeyên li wan gundan hatine veguhestin.

Çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin, artêşa Tirkiyê muxtarên beşek ji wan gundan agahdar kirine, da ku ji bo dema 15 rojan li wan gundan qedexeya derketina derve bê ragihandin.