9 gundên Kanî Masî di bin bombebarana Tirkiyê de ne
PeyamaKurd – Ji roja Çarşema borî ve 9 gundên nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê ji aliyê artêşa Tirk ve bi hinceta hebûna PKKê têne bombebaran kirin.
Rêveberê Nehiya Kanî Masî Serbest Sebrî ji K24ê re ragihandiye ku ji şeva Çarşemê heta niha, 9 gund di bin topbarana artêşa Tirkiyê de ne û beşek ji wan gundan bi temamî hatine valakirin ku herwiha li hejmarek gundan jî pirsgirêka ava vexwarinê derketiye holê.
Serbest Sebrî gotiye: “Rêya gundê Ore ku 24 mal tê de hene, bi awayekî berdewam di bin topbaranê de ye û xelkê gund ketine rewşeke xirab û em hewl didin rêyekê ji bo rizgarkirina xelkê gund bibînin.”
Rêveberê Kanî Masî daye zanîn ku tîmeke pûçkirina teqemeniyan şandine devera Geliyê Qumrî, da ku moşekeke neteqiyayî pûç bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin