Ji ber bombebarana Tirkiyê elektrîka hejmarek gundên Qendîlê hat birîn

03 July 2021 16:30 0 dîtin
Ji ber bombebarana Tirkiyê elektrîka hejmarek gundên Qendîlê hat birîn

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê, binarê çiyayê Qendîlê bombebaran kir û ziyaneke mezin gîhand tora elektrîka navçeyê û di encamê de elektrîk li ser hejmarek gund hat birîn.

Li gor zanyariyan, derengiya şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê li binarê Qendîlê bombebaran kirin û di encamê de elektrîk li ser gundên Zargelê, Bukrîskan û Lêwje li navçeya Wertê hat birîn û ziyan gihîşt rêyên sereke jî.

Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê piştrast kir, di encama bombebarana Tirkiyê de, elektrîk li ser wan gundan hat birîn û ziyaneke mezin gihîşt tora elektrîkê.