Li Kanîmasiyê 3 kes bi bombebarana Tirkiyê hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro berêvarê balafirên şer ên Tirkiyê li Silêmaniyê seyrangeha Kunemasî ya li herêma Şarbejêr bombaran kir.
Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê di êrîşa balafiran a ser seyrangeha Kanîmasî de 3 kesan can daye û hejmarek kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku ji ber bombeyên balafiran ên dikan û pira Kanîmasiyê kirine armanc, 3 kesan can daye.
Li gorî hin zanyariyan otombîleke cureya Nîsan ku çend berpirsên PKKê tê de bûn, li ser pira seyrangeha Kanîmasî sekinîbû û ew otomobîl ji aliye balafirên bêpîlot ên Tirkiyê ve hatiye armanckirin ku 3 berpirsên PKKê di wê êrîşê de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin