Amediyê | Di bombebarana Tirkiyê de 2 kes hatin kustin

30 May 2020 12:50 0 dîtin
Amediyê | Di bombebarana Tirkiyê de 2 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Balafirên şerî yên Tirkiyê navçeya Dêrelok a ser bi qeza Amêdiyê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin û li gor agahiyên destpêkê, di encama bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên Tirkiyê îro Çiyayê Lînk li sînorê nahyeya Dêrelokê ya ser bi qeza Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ve bombebaran kirin û di bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku tê gotin, welatiyên sivîl ên navçeyê ne û bav û kur in.

Berpirsê Navçeya PDKê li Dêrelokê, Mihemed Selîm Nêrweyî got, ku “îro saet 9:30 danê sibêje, balafirên Tirkiyê Çiyayê Lînk li sînorê Dêrelokê bombebaranê kirine û bav û kurek hatine kuştin ku şêniyên nehyeya Dêrelokê ne.”

Nêrweyî got: “Herdu kesên hatine şehîdkirin bi navên Seyîd Celal Nûredîn temen 60 salî û kurê wî Ehmed Celalê 30 salî ne û xelkê devera Nêrweyê ne û yek ji wan Pêşmergeyê Îlonê bû.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê heman êrîşê de daxuyaniyek li ser Twittera xwe belav kir û tê de amaje kir, ku wan devera “Avaşîn” bombebaran kiriye û di encama wê bombebaranê de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.