Artêsa Tirkiyê Amediyê bombebaran kir: 3 sîvîl hatin kustin

13 December 2020 01:01 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê Amediyê bombebaran kir: 3 sîvîl hatin kustin

PeyamaKurd – Balafirên artêşa Tirkiyê, nahiya Dêrelûkê ya bi ser navçeya Amediyê ya bi ser bajarê Duhokê bombebaran kir û di encamê de 3 sîvîl jiyana xwe ji dest dan.

Di encama bombebaranê de 3 kesên ku 9 roje wenda bûn, cesedên wan jî hatin dîtin. Ji rêvebirên nahiya Dêrelûkê Samî Oşana bo K24 ê weha ragihandiye:

“Îro cenaze 3 kesan ji aliyê mirovên wan de hatine dîtin. Kes nizane bê her 3 kes bo çi çûne wê derê lê weka tê fêmkirin bo nêçîrê çûne wê derê.

Oşana gotiye ku bi sedema ciyê wan cenazeyan dûre û xwegihandina wan zahmet bû, heya niha nikaribûne cenazeyan bişînin tib a edlî.