Artêsa Tirk bombebaran kir: Li gundê Amediyê sewat derket

07 June 2024 09:32 0 dîtin
Artêsa Tirk bombebaran kir: Li gundê Amediyê sewat derket

PeyamaKurd – Balafirên şer ên artêşa Tirk ser sînorê parêzgeha Duhokê bombebaran kirin. Li derdora gundê Goherzî yê ser bi Amêdiyê ve şewat derket û jîngeh û jiyana şêniyên herêmê ket metirsiyê.

Li gorî agahiyên ku me ji şêniyên herêmê girtine, îro di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser gelek nuqteyên navçeyên sînorî yên navçeya Amêdiyê de, li derdora gundê Goherzî yê Nîhêliyê şewat derket. Şewat li qadeke mezin a çîmenê ket.

Bi fikara ku bombebaran berdewam bike, tîmên rizgarkirin û parastina sivîl nikarin di zûtirîn demê de xwe bigihînin cihê bûyerê û bi rêkûpêk mudaxeleyî şewatê bikin.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî demdemî bombebaran dike. Di encamê de gelek gund hatin valakirin û yên li dû xwe mane ji tirsa bombebaranê newêrin biçin zevî û baxçeyên xwe.