Artêsa Tirkiyê 4 gundên Sehbayê bombebaran kir
PeyamaKurd- Êvara roja Çarşemê, topxaneya artêşa Tirkiyê çend gund li herêma Şehba ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.
Çavkaniyên herêmî ragihandine, ku careke din topxaneyên artêşa Tirkiyê û gurûpên çekdar ên opozsiyona Sûriyê, duh êvara Çarşemê çend gundên li herêma Şehbayê topbaran kirine.
Li gorî zanyariyan, gundên Malikiyê, Merenaz, Şewarxê û Kelha Şewarixê ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine topbarankirin.
Tu zaniyarî di derbarê ziyanên canî û madî de nehatine bidestxistin.
Piştî ku di 18ê Adara sala 2018an de, herêma Efrînê kete bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên hevpeymanên Enqerê, herêma Şehbayê tekane herêm li sînorê parêzgeha Helebê ye ku hêj di jêr desthilata Rêveberiya Xweser û YPGê de maye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin