Artêsa Tirkiyê gundên Sîdekanê bombebaran kir
PeyamaKurd- Balafirên artêşa Tirkiyê vê sibê ciyên PKK lêne, ku devera Bradostiyane û gundên bi ser nehiya Sîdekane, bobembaran kir. Balafirên Tirkan devera Lelkan û Hakurkê bombebaran kir. Rêvebirê nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî bo Rûdawê weha ragihandiye:
“Balafirên Tirkiyê yên şer, bo ser deverên Lelkan û Hakurkê êrîşên hewayî pêkanîne. Tevî ku li ciyên bambebaranê kes tinebû jî, bineciyên gundên der û dor, terka malên xwe kirin.”
Hat ragihandin ku bi sedema bombebaranê agir bi daristanan ketiye û şewat derketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin