Artêsa Tirkiyê Sîdekanê bombebaran kir

20 January 2019 23:23 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê Sîdekanê bombebaran kir

PeyamaKurd- Balafirên artêşa Tirkiyê yên bi ser hêzên hewayî, vê sibê herêma Sîdekanê bombebaran kirin. Ragihandina bûyerê ji aliyê rêvebirê nahiyê, ji aliyê Îhsan Çelebî de hat kirin.

Balafir cara yekeme ku ew çend nêzî navenda nahiya Sîdekan, gundê Şikan bombebaran dikin. Li gor rêvbirê nahiyê, di êrîşê de kes nehatiye kuştin an xesar negihaye malên xelkê. Çelebî bo Rûdawê weha weha gotiye:

“Balafirên şer 3 cara heman deverê bombe kir. Ev 15 sale cara yekeme ku balafirên şer ciyeka ew çend nêzî Sîdekan bombebaran dike.”

Navbera gundê Şikan û Sîdekanê 3 km ye.