Rêvebiriya Rojava li ser 6 rojên bombebarana artêsa Tirkiyê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Rêvebiriya Rojava ragihand ku di 6 rojên dawiyê yên bombebarana artêşa Tirkiyê de, li Rojava ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 59 şervan jiyana xwe ji dest dane. Rêvebirî her weha ji Rûsya û Amerîkayê xwest ku ber li îhlalên Tirkiyê bigrin.
Li gor daxwuyaniyê; 19 şervanên HSD ê, 16 sîvîl û 24 leşkerên Sûriyê bi temamî 59 kes hatine kuştin. 33 sîvîl, 13 şervanên HSDê û 25 leşkerên Sûriyê bi temamî 72 kes jî birîndar bûne.
Rêvebirî got ku artêşa Tirkiyê bi 50 balafirên şer û bi 20 balafirên bê ajotvan depoyên xidayan, deverên enerjiyê û jîngehan bombebaran kirine û gelek ji xelkê sîvîl dev ji cîh û warên xwe berdane.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji kampa Holê çend kesên ku reviyabûn car din hatine girtin, êrîşên Tirkiyê bûne tehdîda ewlehiyê û têkoşîna li dijî DEAŞ ê qels kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin