Artêsa Tirkiyê navendeke YBS ya li Singalê bombebaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê bi dronekê navendeke YBŞ ya li Şingalê bombebaran kir.
Li gor zanyariyan, êrîşa do êvarî di saet 18:00an de pêk hatiye û Parlamenterê Neynewayê di parlamentoya Iraqê de Şêrwan Dûberdanî roja Sêşemê 1ê Mijdara 2022an daye zanîn: “Di saet 18:20ê êvara Sêşemê, balafireke bêbalafirvan a Tirkiyê, li gundê Qendîl ê ser bi qezaya Şingalê navendeke hêzên YBŞê bombebaran kiriye.”
Herwiha Şêrwan Dûberdanî destnîşan kiriye ku di êrîşê de tu ziyanên canî û madî çênebûne.
Medyaya nêzîkî PKKê jî gotiye, êrîş li gundê Quba Hesin Meman a li nêzîk navenda qezaya Şingalê çêbûye û zerar tenê madî bûne û tu zirarên canî çênebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin