Balafira Tirkiyê navenda Singalê bombebaran kir
PeyamaKurd - Dije Terora Kurdistanê ragihand ku îro 1ê Hezîranê piştî nîvro, balafirên bêmirov (drone) ên artêşa Tirkiyê baregeheke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li Şingalê bomberan kir.
Li gorî daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, îro pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an, di demjimêr 15:20 xulekan de, balafirên bêmirov ên artêşa Tirkiyê, baregeheke çekdarên YBŞê li navenda qezaya Şingalê hedef girtin û di encamê de du çekdarên YBŞê birîndar bûn.
Li gorî medya nêzîkî PKKê jî balafireke bêmirov a biçek a Tirkiyê îro cihek^s nêzîkî Quba Hesin Maman bombebaran kiriye. Beriya niha jî artêşa Tirkiyê hejmarek binkeyên YBŞê li Şingalê kiribûn armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin