SÎHAyeke Tirkiyê navenda Til Rifetê bombebaran kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 30yê Tîrmehê balafireke biçek a bêmirov a Tiriyeyê (SÎHA) navenda bajarokê Til Rifat ê girêdayî Şehba ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.
Li gorî çavkaniyên herêmê, îro danê sibehê balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirkiyê navenda navçeya Til Rifetê bombe kir.
Çavkaniyê herêmê diyar dikin ku ti agahiyeke ziyanên canê nehatiye, lê ziyanên madî di encama bombebaranê de çêbûne.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye ji demeke dirêj ve ye ku hewl dide bajaroka Til Rifatê û Minbicê bixe bin kontrola xwe û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji wê herêmê dûr bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin