Ji ber bombebarana Tirkiyê 3 hemwelatî sehîd bûn

24 June 2018 01:16 0 dîtin
Ji ber bombebarana Tirkiyê 3 hemwelatî sehîd bûn

PeyamaKurd - Ji ber bombebarana balefirên şer yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 jê jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê îro danê sibehê li devera Amediyê li Gundê Bêzelê ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyeyê êrîşa bombeyî hatiye kirin. Li gorî agahiyên ku ji bajariyên herêmê hatin bidestxsitin, 6 sivîlên ji gundê Bêzelê dema ku karê xwe yên cotkariyê dikirin bûne hedefa êrîşên balefirên Tirk.

Di encama erîşê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Herwiha niştecihên gundê Bêzelê destnîşan kirin ku tu endamên PKKê li vê herêmê nînin lê dîsa jî bi dehan car e ku balefirên Tirkiyeyê vê herêmê dide ber bombeyan.