Çend cihên xwevesartinê yên DAISê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniyê hatin bombebarankirin

27 January 2021 12:29 0 dîtin
Çend cihên xwevesartinê yên DAISê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniyê hatin bombebarankirin

PeyamaKurd – Çend cihên xweveşartinê yên rêxistina DAIŞê yên li sînorê parêzgeha Enbarê, ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatin bombebarankirin û hemû çekdarên ku di nav wan cihên xweveşartinê de bûn, hatin kuştin.

Li gor Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir; balafirên F16 yên Hevpeymaniya Navdewletî, çend cihên xweveşartinê yên DAIŞê yên li parêzgeha Enbarê bombebaran kirin û hemû çekdarên di nav wan cihê xweveşartinê de hatin kuştin.

Herwiha li rojhilatê parêzgeha Selahedîn, hêzên serbazî yên Iraqê, 10 cihên xweveşartinê û sê wesayîtên çekdarên DAIŞê kirin armanc.

Li geliyê Ebû Şemhe yê li sînorê bajarokê Reşad yê girêdayî parêzgeha Kerkûkê jî, 5 cihên xweveşartinê û cebilxaneyeke çekdarên DAIŞê, ji aliyê polîsê federalî ve hatin dîtin.