Kerkûk | Artêsa Iraqê ji çend cihên ku metirsiya êrîsên DAISê heye vekisiya

03 September 2021 21:01 0 dîtin
Kerkûk | Artêsa Iraqê ji çend cihên ku metirsiya êrîsên DAISê heye vekisiya

PeyamaKurd – Artêşa Iraqê li Kerkûkê çend xalên leşkerî yên deverên metirsiya êrîşên DAIŞ heye vala kirin û ji ber vê yekê tirs ketiye dilê welatiyan ku terorîstên DAIŞê êrîşî gundên wan bikin.

Firqeya Çardeh a ser bi operasyonên Nînowa, ku çend xalên serbazî li gundê Şehelê Kevn û Sêbîran ên li sînorê bajarokê Sergeran danîbûn, vekişiyan û tirs li nav welatiyan belav bûye û ji ber vê yekê hin malbatên Kurd ji gund derdikevin.

Nûnerê cotkarên Sergeran Mihemed Îsmaîl ji K24ê re diyar kiriye, vekişîna wan hêzan ji nişka ve bûye û sedema vê jî ne diyar e. Herwiha destnîşan kir; tiştê qewimî pêşhateke xirab e û spartina xelkê bi DAIŞê ye, ku bi awayekî berdewam li wê deverê gefê dixwin.

Mihemed Îsmaîl ji parlamenter û nûnerên Kurdan daxwaz kir ku çareseriyek ji vê rewşê re bibînin û bigihîjin hawara xelkê, çimkî niha xelkê gund bi neçarî koç dikin û gundê xwe vala dikin.

Hêjayî gotinê ye, du roj berê DAIŞê êrîşî ser gundê Şehelê Kevn kiribû û welatiyek revandibû û 7 welatî jî birîndar kiribûn.