Artêsa Iraqê ji tevahiya Kerkûkê vekisiya

26 May 2024 08:29 0 dîtin
Artêsa Iraqê ji tevahiya Kerkûkê vekisiya

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Iraqê ji hemû xalên xwe yên kontrolê yên Kerkûkê vekişiya.

Li gorî jêderên ewlehiyê yên Kerkûkê, artêşa Iraqê bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji hemû xalên kontrolê yên Kerkûkê vekişiyaye.

Hate diyarkirin ku biryar ji bo tevahiya parêzgehên Iraqê hatiye dayîn û mebesta vê gava yekem jî radestkirina dosyeya ewlehiyê bo polîsên xwecihî yên bajêr e.

Hêjayî gotinê ye, artêşa Iraqê ji sala 2017an ve li Kerkûkê bicih bûbû û ewlehiya bajêr xistibû bin kontrola xwe.